Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan derket 56 hezarî

Halime Afra Aksoy  | 23.06.2025 - Rojanekırın : 24.06.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan derket 56 hezarî

Istanbul

Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va dibe ser Xeta Xezeyê da, hejmara kuştiyan di nav 24 saetan da 39 kes zêde bûn û gihîşt 55 hezar û 998an.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê der barê kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li Xezeyê dewam dikin da hatine kuştin û birîndar bûne da agahiyên dawî parve kirin.

Hat daxuyandin di nav 24 saetan da 39 kes ji ber êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê hatin kuştin û 317 Filistînî jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê di 18ê Adarê êrîşên li dijî Xezeyê dîsa da destpêkirin ku di van êrîşan da 5 hezar û 685 Filistînî hatin kuştin, 19 hezar û 518 kes jî birîndar bûn.

Hat gotin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va dibe ser Xeta Xezeyê da, hejmara kuştiyan di nav 24 saetan da 39 kes zêde bûn û gihîşt 55 hezar û 998an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın