Di êrîşên Îsraîlê yên li cihên alîkarî belavkirinê yên li Xezeyê da 31 kes hatin kuştin, 176 kes birîndar bûn

Istanbul
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li Xeta Xeze yên li dijî Filistîniyên ku ji bo alîkariya însanî li xalên diyarkirî kombûn da kêmtirîn 31 kes hatin kuştin, 176 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hatin hildan, hêzên Îsraîlê li herêma Mevasî ya ser Refahê, ji wesayitên zirxpoş gule berî Filistîniyên li xalên lê alîkariya însanî dihat belavkirin bûn.
Di êrîşan da kêmtirîn 30 Filistînî hatin kuştin, 150 kes jî birîndar bûn.
Li derdora Korîdora Netzarim ya li naverasta Xeta Xezeyê, balafirên bêmirov ên artêşa Îsraîlê sivîlên li herêmên belavkirina alîkariyê kombûbûn hedef girt.
Di van êrîşan da herî kêm 1 kes hat kuştin, di nav da jin û zarok jî 26 kes birîndar bûn.
Nexweşxaneya Avde ya li Kampa Penaberan ya Nusayratê diyar kir ku rewşa hin birîndaran giran e û dibe ku jimara miriyan zêde bibe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.