Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da jimara kuştiyan derket 70 hezar û 937an

Mahmut Geldi  | 22.12.2025 - Rojanekırın : 22.12.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da jimara kuştiyan derket 70 hezar û 937an

Istanbul

Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan di 48 saetên dawîn da 12 zêde bû û derket 70 hezar û 937an.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê daxuyaniya nivîskî da û der barê encamên êrîşên Îsraîlê da agahiyên dawîn ên kuştî û cinazeyên ku nû ji binê enqazan hatin derxistin, dan.

Li gor daxuyaniyê di 48 saetên dawî da cinazeyê 12 Filistîniyên ku 8 jê ji binê enqazan hatin derxistin û 7 birîndar anîn nexweşxaneyên Xezeyê.

Ji roja ku agirbest ketiye rewacê û heta niha di êrîşan da 405 sivîl hatin kuştin, 1115 kes birîndar bûn, ji binê enqazan cinazeyê 649 kesan hatin derxistin.

Di êrîşên ku Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jî jimara kuştiyan derket 70 hezar û 937an, jimara birîndaran jî derket 171 hezar û 192yan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın