Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da jimara kuştiyan derket 70 hezar û 360î

ABDULSALAM FAYEZ, Halime Afra Aksoy  | 07.12.2025 - Rojanekırın : 08.12.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da jimara kuştiyan derket 70 hezar û 360î

Istanbul

Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 6 zêde bû û derket 70 hezar û 360î.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê daxuyaniya nivîskî da û der barê êrîşên Îsraîlê yên ku li Xezeyê dewam dikin da agahiyên dawîn ên kuştî, birîndar û cinazeyên ku nû ji binê enqazan hatin derxistin, dan.

Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawîn da cinazeyê 6 Filistîniyên ku yek jê ji binê enqazê hat derxistin û 17 birîndar anîn nexweşxaneyên Xezeyê.

Ji roja ku agirbest ketiye rewacê û heta niha di êrîşan da 373 kes hatin kuştin, 970 kes birîndar bûn, ji binê enqazan cinazeyê 624 kesan hatin derxistin.

Di êrîşên ku Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jî jimara kuştiyan derket 70 hezar û 360î, jimara birîndaran jî derket 171 hezar û 47an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın