Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da jimara kuştiyan derket 67 hezar û 74an

Ali Semerci  | 04.10.2025 - Rojanekırın : 04.10.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da jimara kuştiyan derket 67 hezar û 74an Abdalhkem Abu Riash

Istanbul

 Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 66 zêde bû û derket 67 hezar û 74an.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê daxuyaniya nivîskî da û der barê êrîşên Îsraîlê yên ku li Xezeyê dewam dikin da agahiyên dawîn ên kuştî û birîndaran dan.

Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawîn da 66 kuştî û 265 birîndar anîn nexweşxaneyên Xezeyê.

Ji 18ê Adarê vir va ku artêşa Îsraîlê agirbesta 19ê Rêbendanê xerab kir û li dijî Xezeyê êrîş cardin dan destpêkirin, jimara kuştiyan derket 13 hezar û 486an, jimara birîndaran jî derket 57 hezar û 389an.

Qaşo li baregehên belavkirina alîkariyê yên di gotina Îsraîl-Amerîkayê da ne, Filistînî bi awayekî sîstematîk hedef tên hildan. Di encama hedefgirtina Filistîniyan da jimara kuştiyan ji 27ê Gulanê vir va derket 2 hezar û 603yan, jimara birîndaran jî derket 19 hezar û 94an.

Di êrîşên ku Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan derket 67 hezar û 74an, jimara birîndaran jî derket 169 hezar û 430yî.

Tê gotin ku li Xeta Xezeyê hê di binê kavilan da bi hezaran kuştî hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın