Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da ji 7ê cotmehê vir va 931 dergûş hatin kuştin
Li Xezeyê di her 40 deqîqeyê carekî zarokek, û serê her 60 deqîqeyê jinek û di her 15 deqîqeyê da mêrek di êrîşên Îsrîalê da hatin kuştin

Istanbul
Li Xeta Xezeyê ya ku lê jji ber qetlîamên artêşa Îsraîlê, hedefgirtina dibistan û nexweşxaneya, pêşîlêgirtina teşebûsên alîkariyê bobela însanî heye ji 7ê cotmeha 2023yan vir va 931 dergûş hatin kuştin.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da der barê êrîşên giran ên ku artêşa Îsrîalê dibe ser nexweşxane, dibistan û konên kesên ji cihê xwe bûne xwe sipartinê û ev 600 roj in dewam dike da agahî dan.
Hat ragihandin ku di êrîşên artêşa Îsrîalê yên li Xezeyê da 356 jê piştî 7ê cotmeha 2023yan ji dayîk bêne bi tevahî 931 dergûş hatin kuştin.
hat diyarkirin ku li Xezeyê heta îro 60 zarok ji birçîna mirin, serê her 40 deqîqeyê jî zarokek di êrîşan da tê kuştin.
Bal hat kişandin ku li Xezeyê di her 15 deqîqe carekî mêrek û di her 60 deqîqe carekî jî jinek tê kuştin.
Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên ku ji 7ê cotmeha 2023yan vir va dewam dikin da jimara kuştiyan derket 54 hezar û 84an, ji vana 16 hezar û 854 jê zarok in.
Hat ragihandin ku li Xezeyê ji sedî 31,5ê kesên di êrîşên Îsraîlê da tên kuştin zarok in, ji sedî 38 jî mêr in.