Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan gihîşt 70 hezar û 654an

Ali Semerci  | 13.12.2025 - Rojanekırın : 13.12.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan gihîşt 70 hezar û 654an

Istanbul

 Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da ku ji cotmeha 2023yan pê va berdewam in, di 48 saetên dawîn da hejmara kuştiyan 3 zêde bû gihîşt 70 hezar û 654an.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da, derbarê kuştiyên di êrîşên Îsraîlê da daneyên dawîn hatin parvekirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di 48 saetên dawîn da 3 kesan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûne.

Di êrîşên ji dema ragihandina agirbestê û vir va da jî 386 kes hatine kuştin û 1018 kes jî birîndar bûne. Ji binê enqazan termê 628 kesan hatine derxistin.

Ji cotmeha 2023yan va hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê da canê xwe ji dest dane gihîşt 70 hezar û 654an, hejmara birîndaran jî gihîşt 171 hezar û 95an.

- Li Xezeyê agirbest û peymana pevguhertina dîlan

Serokê DYAyê Donald Trump di 9ê Cotmehê da ragihandibû ku Îsraîl û Hemasê di mizakereyên li Misrê da qonaxa yekem a plana agirbesta Xezeyê pesend kirine.

Agirbesta ku li Misrê hatibû îmzekirin piştî pesendkirina hikûmeta Îsraîlê di 10ê Cotmehê da ketibû rewacê.

Artêşa Îsraîlê tevî agirbesta li Xeta Xezeyê, car caran hin hincetan nîşan dide û êrîşê Filistîniyan dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın