Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan di 24 saetan da 17 kes zêde bû û derket 69 hezar û 775an

Halime Afra Aksoy  | 25.11.2025 - Rojanekırın : 25.11.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan di 24 saetan da 17 kes zêde bû û derket 69 hezar û 775an

Istanbul

 Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da hejmara kuştiyan di 24 saetan da 17 kes zêde bû û derket 69 hezar û 775an.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê di daxuyaniya nivîskî da daneyên dawî yên der barê kuştî û birîndarên ji ber êrîşên Îsraîlê çêbûne û cinazeyên ku ji binê kavilan hatine derxistin da parve kir.

Hat gotin di nav 24 saetan da cinazeyên 14 kesan ji binê kavilan hatine derxistin, bi tevahî cinazeyê 17 Filistîniyan û 16 birîndar anîne nexweşxaneyan.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di êrîşên piştî agirbestê û heta niha da 345 kes hatin kuştin, 889 kes birîndar bûn û 588 kes jî ji binê kavilan hatin derxistin.

Hat daxuyandin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê dike da hatin kuştin derket 69 hezar û 775an û ya birîndaran jî bû 170 hezar û 965.

- Agirbesta li Xezeyê

Serokê Amerîkayê Donald Trump di 9ê Cotmehê da ragihandibû ku Îsraîl û Hemasê di mizakereyên li Misrê da qonaxa yekem a plana agirbesta Xezeyê pesend kirine.

Agirbesta ku li Misrê hatibû îmzekirin piştî pesendkirina hikûmeta Îsraîlê di 10ê Cotmehê da ketibû rewacê.

Artêşa Îsraîlê tevî agirbesta li Xeta Xezeyê, car caran hin hincetan nîşan dide û êrîşî Filistîniyan dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın