Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan derket 72 hezar û 280yan
Istanbul
Hejmara kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê ku ji Cotmeha 2023an û vir va dike da hatin kuştin, derket 72 hezar û 280yan.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê di daxuyaniya nivîskî da, daneyên dawî yên li ser kesên ku ji Cotmeha 2023yan û heta niha di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin, parve kirin.
Hat gotin ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê di nav 24 saetan da 2 kesên ku di êrîşên berê da birîndar bûbûn, mirin û kesek jî birîndar bû.
Li Xezeyê di êrîşên piştî agirbesta ku di 10ê Cotmeha 2025an da ketibû rewacê û heta niha da 704 kes hatin kuştin, 1914 kes birîndar bûn û 756 cinaze jî ji binê kavilan hatin derxistin.
Hat daxuyandin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê dike da hatin kuştin, derket 72 hezar û 280yan û ya birîndaran jî bû 172 hezar û 14.
Hat gotin li Xeta Xezeyê di binê kavilan da hê bi hezaran cinaze hene.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
