Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da di 24 saetên dawîn da 66 kes hatin kuştin

Istanbul
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ser Xeta Xezeyê da, hejmara kuştiyan di nav 24 saetên dawî da 66 kes zêde bû û derket 63 hezar û 371ê.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê der barê hejmara kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li Xezeyê dewam dikin da hatine kuştin û birîndar bûne da agahiyên dawîn parve kirin.
Hat daxuyandin di nav 24 saetan da cinazeyê 66 kesan û 345 birîndar anîn nexweşxaneyên li Xeta Xezeyê.
Hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê agirbesta ku di 19ê Çileya Paşîn da ket rewacê di 18ê Adarê da binpê kir û dîsa dest bi êrîşên xwe kir û di van êrîşan da 11 hezar û 240 Filistînî hatin kuştin, 47 hezar û 794 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Xezeyê di 24 saetan da 15 Filistîniyên ku li benda alîkariyê bûn di êrîşan da hatin kuştin, 206 kes jî birîndar bûn.
Her wiha hat gotin li herêmên qaşo belavkirina alîkariyê yên di bin emrê Îsraîl-Amerîkayê da ye, bi awayekî sîstematîk êrîşî Filistîniyan tê kirin û ji 27ê Gulanê û vir va di van êrîşan da 2 hezar û 218 kes hatin kuştin, 16 hezar û 434 kes jî birîndar bûn.
Hat daxuyandin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê da hatin kuştin gihîşt 63 hezar û 371ê, ya birîndaran jî bû 159 hezar û 835.
Tê gotin ku li Xeta Xezeyê di binê kavilan da hê bi hezaran kuştî hene.
Li Xeta Xezeyê ya ku Îsraîlê xela lê mecbur kiriye, di 24 saetên dawîn da 10 Filistîniyên din jî birçîna mirin û hejmara kesên ku ji ber birçîbûnê mirin ji 7ê Cotmehê û vir va jê 124 zarok, gihîşt 332yan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.