Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da 75 Filistînî hatin kuştin

Gazze
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da, jin û zarok jî di nav da 75 Filistînî hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va li Xezeyê êrîşan dike, herwiha di êrîşên rojên dawî yên ku zêdetir ji bejayê kir da hedefgirtina sivîlan didomîne.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên tenduristiyê hatin wergirtin, ekîbên parastina sivîl li seranserê Xezeyê di nav kavilên xaniyên ku ji hêla artêşa Îsraîlê va hatine hilweşandin da xebatên lêgerîn û xelaskirinê dikin.
- Hikûmeta li Xezeyê: Piştî dorpêçiya 81 rojan TIRên alîkariyê yên ewil ketin Xezeyê
Ji hêla din va Ofîsa Medyayê ya hikûmeta li Xezeyê daxuyand ku piştî dorpêçiya 81 rojan cara ewil 87 TIRên alîkariyê yên ku jê gelek ji saziyên navneteweyî û civaka sivîl ra hatine tehsîskirin ketin herêmê.
Ofîsa Medyayê ya hikûmetê daxuyandibû ku hewcedariya Xezeyê bi awayekî acil rojane herî kêm bi 500 TIRên alîkariyê û 50 TIRên sotemeniyê heye û destnîşan kiribû ku ji ber ku Îsraîl deriyên sînor digire li herêmê xela jî her ku diçe zêdetir dibe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.