Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da 2 rojnamevanên din jî hatin kuştin

Hamdi Yıldız  | 21.11.2023 - Rojanekırın : 23.11.2023
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da 2 rojnamevanên din jî hatin kuştin

Istanbul

 Hat ragihandin, di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da 2 rojnamevanên din jî hatin kuştin.

Li gor nûçeya WAFAya ajansa nûçeyan ya Filistînê, ji ber êrîşên balafirên şer yên Îsraîlê li Berica Kampa Penabaran ya li navîna Xezeyê û li Beyt Lahiyeya herêma li bakurê Xezeyê rojnemavên jin Ala Tahir el-Hesenat û Ayat Haddura hatine kuştin.

Ayat Hadduraya nûçegihana televizyona Alghadê ku ji bo geşedanan ragihîne beşdarî weşana televizyonê bû wiha got, "Ev vîdeoya dawîn e. Hêzên dagirker bombeyên fosforê diavêjin Beyt Lahiyeyê. Ji bo herêm bê valakirin broşur belav dikin."

Ala Tahir el-Hesenat jî li Berica Kampa Penabaran li mala xwe ji ber bombebarana balafirên şer yên Îsraîlê hat kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın