Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan derket 72 hezar û 61an

Mehmet Nuri Uçar  | 15.02.2026 - Rojanekırın : 15.02.2026
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan derket 72 hezar û 61an

Gazze

Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan di 24 saetên dawî da 10 zêde bû û derket 72 hezar û 61an.

Artêşa Îsraîlê digel agirbestê êrîşên dijî Xeta Xezeyê didomîne.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê daxuyaniya nivîskî da û der barê encamên êrîşên Îsraîlê yên ku ji Cotmeha 2023yan vir va dewam dikin da agahiyên dawîn ên kuştiyan parve kirin.

Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawî da cinazeyên 10 Filistîniyan û 9 birîndar anîn nexweşxaneyên Xezeyê.

Ji 10ê Cotmeha 2025an roja ku agirbest ketiye rewacê û heta niha di êrîşan da 601 kes hatin kuştin, 1607 kes birîndar bûn. Ji binê kavilan cinazeyên 726 kesan hatin derxistin.

Di êrîşên ku Îsraîlê ji Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jî jimara kuştiyan derket 72 hezar û 61an, jimara birîndaran jî derket 171 hezar û 715an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın