Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da hejmara kuştiyan derket 72 hezar û 285an

Ekrem Biçeroğlu  | 31.03.2026 - Rojanekırın : 31.03.2026
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da hejmara kuştiyan derket 72 hezar û 285an

Istanbul

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da hejmara kesên ku hatin kuştin derket 72 hezar û 285an.

Artêşa Îsraîlê li Xeta Xezeyê digel agirbestê êrîşên xwe didomîne.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da agahiyên dawîn ên li ser kesên ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatin kuştin û birîndar bûn, hatin parvekirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da 5 kesên ku di êrîşên berî niha da birîndar bûbûn mirin û 14 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê da her wiha hat balkişandin ku ji 10ê Cotmeha 2025an a destpêkirina agirbestê û vir va bi êrîşên Îsraîlê 709 kes hatin kuştin û 1928 kes jî birîndar bûn. Di vê maweyê da her wiha termên 756 kesan jî ji bin kavilan hatin derxistin.

Her wiha hat destnîşankirin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê da yên ku di 7ê Cotmeha 2023yan da dest pê kirin, hejmara kesên ku hatin kuştin derket 72 hezar û 285an, ya birîndaran jî derket 172 hezar û 28an.

Tê diyarkirin ku li Xeta Xezeyê di bin kavilan da hê jî cinazeyên bi hezaran kuştiyan hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın