Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da hejmara kuştiyan derket 71 hezar û 562yan
Istanbul
Hat ragihandin, li Xeta Xezeyê hejmara kesên di êrîşên artêşa Îsraîlê da hatin kuştin, derket 71 hezar û 562yan.
Artêşa Îsraîlê digel agirbestê êrîşên esmanî û bejahî birin ser Xeta Xezeyê
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê da agahiyên li ser kesên ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatin kuştin û birîndar bûn, hatin parvekirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di 48 saetên dawîn da 11 Filistînî hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da her wiha hat balkişandin ku ji destpêkirina agirbestê û vir va 447 kes hatin kuştin û 1301 kes jî birîndar bûn.
Her wiha hat destnîşankirin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê da yên ku di 8ê Cotmeha 2023yan da dest pê kirin, hejmara kesên ku hatin kuştin derket 71 hezar û 562yan, ya birîndaran jî derket 171 hezar û 379an.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
