Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Îranê da 9 rojnamevan hatin kuştin

Ahmet Dursun  | 28.06.2025 - Rojanekırın : 28.06.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Îranê da 9 rojnamevan hatin kuştin

Tahran

 Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Îranê da 9 rojnamevanan canê xwe ji dest da.

Televizyona dewletê ya Îranê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê da yên ku 13ê hezîranê dabûn destpêkirin, 9 rojnamevanan canê xwe ji dest daye.

Navê rojnamevanên ku hatin kuştin weke Fereşte Baqiriya keça Sererkan Tumgeneral Muhemed Baqirî, Îhsan Zakirî, Elî Tehmasebî, Mûîn Nezerî, Remezan Elî Çubdarî, Emîr Huseyn Tawusî, Muhemed Cewad Elwendî, Masûme Azîmî û Nîma Receppur hatin eşkerekirin.

Masûme Azîmî û Nîma Receppur di encama êrîşa Îsraîlê ya dijî Saziya Radyo û Televizyonê ya Îranê (IRIB) da canê xwe ji dest dabûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın