Di êrîşên Îsraîlê da li Libnanê 2 jê rojnamevan, 3 kes hatin kuştin

Beyrut
Hat ragihandin di êrîşên Îsraîlê yên dijî başûrê Libnanê da 2 jê rojnamevan, 3 kes hatin kuştin.
Ajansa nûçeyan ya fermî ya Libnanê NNAyê ragihand ku artêşa Îsraîlê li bajaroka Teyr Harfayê êrîşî cihekî ku rojnamevan jî lê bûn kir.
Hat gotin di êrîşên Îsraîlê da rojnamevana televizyona Al Mayadeen TVyê Farah Omer, kameraman Rabîh el Mamarî û kesekî sivîl hatin kuştin.
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî başûrê Libnanê yên ji 8ê cotmehê vir va dike da heta niha 3 rojnamevan hatin kuştin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.