Dinya

Derket holê li Los Angelesê ji ber şewatên di rêbendanê da dest pê kirin 440 kes bi awayekî nerasterast mirin

Ecem Şahinli Ögüç  | 07.08.2025 - Rojanekırın : 07.08.2025
Derket holê li Los Angelesê ji ber şewatên di rêbendanê da dest pê kirin 440 kes bi awayekî nerasterast mirin

Ankara

 Li bajarê Los Angelesê yê Amerîkayê ji ber şewatên daristanê yên di rêbendanê da dest pê kirin û di encamê da bi hezaran donim qad bû rijik, hat tesbîtkirin ku 440 kes bi awayekî nerasterast mirin.

Di wê lêkolînê da ya ku di kovara tibê JAMA Network Openê da weşiya, kesên ku ji ber şewatên ku li Los Angelesê di meha rêbendanê da dest pê kirin, bi awayekî nerasterast mirin, hatin vekolîn.

Lêkolînvanan sedema mirina kesên ku li Los Angelesê di serdema derketina şewatan da mirin, bi daneyên heman serdema par va dan ber hev.

Li gorî encaman, di serdema şewatên daristanê da hejmara kesên mirin li gorî salên berê ji sedî 7 zêde bû.

Hat tesbîtkirin, qismekî van mirinan rasterast ji ber nexweşiyên dil û pişikê ne û yên mayîn jî ji ber sedemên nerasterast ên biderengîketina xizmetên tenduristiyê yên wekî tedawiyên diyalîz û qanserê ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın