Dinya

Derket holê ku Elon Musk tevî girjiya di navbera wan da 15 milyon dolar daye Trump û Komarxwazan

Dildar Baykan Atalay  | 01.08.2025 - Rojanekırın : 02.08.2025
Derket holê ku Elon Musk tevî girjiya di navbera wan da 15 milyon dolar daye Trump û Komarxwazan

Ankara

 Derket holê ku milyarderê DYAyî karsaz Elon Musk tevî pevçûn û girjiya di navbera wan da 15 milyon dolar daye Serokê DYAyê Donald Trump û Komariyan.

Li gorî nûçeya ku Polîtîcoyê çavkanî weke daneyên Komîsyona Hilbijartinê ya Federal nîşan da, Musk piştevaniya xwe ya ji bo Trump didmoîne, tevî ku li ber raya giştî gelek caran bûne nakok.

Delîl nîşan didin ku Musk di meha hezîranê da 5 milyon dolar daye MAGAya kampanyaya hilbijartinê ya Trump.

Herwiha Musk 27ê hezîranê heryekê 5 milyon dolar daye Fona Lîdertiya Kongereyê Komariyan û Fona Lîdertiya Senatoyê.

Di nûçeyê da hat destnîşankirin ku organîzasyona navborî ji bo bandora Komariyan li Kongresê û operasyonên siyasî yên Trump gelekî giring e.

Hat bibîrxistin ku piştî van bexşînan bi hefteyekê Musk ragihandibû ku ewê partiya xwe ya siyasî damezrîne.

Heta nuha ti daxuyanî ji organîzasyonên navborî nehetiye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın