Derket holê ku 11 eskerên Amerîkayê piştî êrîşê tên dermankirin
CENTCOMê diyar kir ku hetanî nika 8 esker şandin Landstuhlê 3 esker şandin Arîfcanê
Washington DC
Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) diyar kir ku piştî êrîşa Îranê biribû ser Baregeha Eyn el-Esed a li Iraqê ya Amerîkayê 11 eskerên di êrîşê da mêjiyê wan lerizîbûn sewqî navenda tenduristiya eskerî yên li Kuweyt û Almanyayê kirin.
Mîralay Bîll Urbanê Berdevkê CENTCOMê got, "Îranê di 8ê rêbendanê da êrîşî Baregeha Eyn el-Esedê kir tu eskerekî Amerîkayê nemir, lê ji ber teqînan mêjiyê hin eskeran lerizî û dermankirina wan dewam dike."
Urban got li gor prosedurê dema teqînek çêbe eskerên li herêmê ji kontrolê derbas dikin û wiha pê da çû: "Ji bo tevdîrê me piştî êrîşê esker ji kontrolê derbas kirin, hinekên wan şandin Navenda Tenduristiya Herêma Landstuhlê ya li Almanyayê û hinekên wan jî şandin Tesîsên Kampa Afîrcanê ya li Kuweytê.
Urban got piştî dermankirinê eskerê vegerin Iraqê û wiha pê da çû: "Hetanî nika 8 esker şandin Landstuhlê 3 esker şandin Arîfcanê."
Amerîkayê di 3yê rêbendanê da li tanga Balafirgeha Bexdayê êrîşî Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê kiribû û ew kuştibû, li ser vê îranê di 8ê rêbendanê da fuze avêtibûn baregehên Amerîkayê yên li Iraqê.