Dinya

Deriyê Sînor yê Welîdê yê di navbera Iraq û Sûriyeyê da piştî 11 salan dîsa vebû

Haydar Karaalp  | 03.04.2026 - Rojanekırın : 03.04.2026
Deriyê Sînor yê Welîdê yê di navbera Iraq û Sûriyeyê da piştî 11 salan dîsa vebû

Baghdad

Deriyê Sînor yê Welîdê yê di navbera Iraq û Sûriyeyê da ku ev 11 sal in ji ber sedemên ewlekariyê girtî bû, dîsa vebû.

Saziya Deriyên Sînor ya Iraqê derbarê mijarê da daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di merasima vekirinê da, Serokê Saziya Deriyên Sînor ên Iraqê Korgeneral Omer Ednan Wailî, Rêveberê Giştî yê Gumrika Iraqê Semîr Qasim Dawûd, Serokê Saziya Deriyên Sînor û Gumrika Sûriyeyê Quteybe Ehmed Bedewî û her wiha rayedarên ewlehiyê û nûnerên saziyên ku li deriyên sînor dixebitin, amade bûn.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ev gav başbûnên di ewlehiyê da û xurtkirina geşedana aborî nîşan dide û wiha hat gotin: "Hema ku deriyê sînor vebû, tankerên sotemeniyê ji Iraqê ber bi Sûriyeyê va dest bi derbasbûnê kirin. Ev yek vejandina rêyeke giring a aboriyê nîşan dide ku di sala 2014an da ji ber şert û mercên ewlehiyê yên li herêmê rawestiyabû."

Serokê Saziya Deriyên Sînor ên Iraqê Korgeneral Wailî jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya derbarê vekirina deriyê sînor da wiha got: "Hikûmet pabend e ku deriyên sînor li gorî pîvanên teknîkî û îdarî yên herî bilind ji nû ve ava bike û baştir bike. Ev yek dê xebata bêkêmasî û berdewam a deriyê sînor misoger bike û wê ji bo pêşwazîkirina tevgera bazirganî û rêwiyan amade bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.