Derbarê Koma Xebatê ya Sûriyeyê Daxuyaniya Hevpar a Tirkiye-DYAyê hat kirin
Ankara
Di Daxuyaniya Hevpar a Tirkiye-DYAyê ya derbarê Koma Xebatê ya Sûriyeyê da hat kirin wiha hat gotin, "Tirkiye û DYA vîzyoneke Sûriyeyê parve dikin ku bi îstiqrar e, bi xwe ra û bi cîranê xwe ra aşt e."
Piştî Koma Xebatê ya Sûriyeyê ya Tirkiye-DYAyê, daxuyaniya hevpar a Tirkiye-DYAyê hat belavkirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Tirkiye û DYAyê biryardar in ku kordînasyon û hevkariya di warê îstiqrar û ewlekariya Sûriyeyê da, di çarçoveya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê DYAyê Donald Trump anîn holê, zêde bikin.
Di daxuyaniyê da hat bîrxistin ku ji bo gera nû ya Koma Xebatê ya Sûriyeyê Washington D.C mazûvaniya heyeta Tirkiyeyê dike.
HErwiha hat diyarkirin ku ji bo heyetên di navbera saziyên Tikiryeyê û DYAyê da, Alîkarê Wezîrê Karên Derva Nuh Yilmaz û Alîkarê Wezîrê Karên Derva Christopher Landau serokatiyê dikin.
