ANKARA
Li Misrê Arteşê dest danî ser rêveberiyê û Serokomar Mursî û gelek kesên din bin çav kirin. Der heqê vê derbeya leşkerî de daxuyaniyek jî ji Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu hat. Davutoğlu got: "Serokomarê Misrê Muhemed Mursîyê ku bi awayekî demokratîk hatibû hilbijartin, bi mudaxeleya artêşe ve ji wezîfeyê hat bidûrxistin, Ev rewş him ji bo destketiyên şoreşa Misrê him jî ji bo demokrasiyê mirov dixe nav qisawetê.
Davutoglu diyar kir ku mijarê ji nêz ve teqîb dikin û wiha dewam kir: "Li welêt demokrasî hate hilweşandin û ev yek dê gelek zirarê bide gelê Misrê. Ji bilî vê ev rewş dê zirarê bide herêmê û welatên derdorê jî. Li Misrê binçavkirina siyasîyan û li malan hepskirina wan jî nayê qebûlkirin.