Dinya

Dema êrîşên dijî Îranê dewam dikirin Netanyahu bi Trump ra bi têlefonê axivî

Burak Dağ  | 28.02.2026 - Rojanekırın : 28.02.2026
Dema êrîşên dijî Îranê dewam dikirin Netanyahu bi Trump ra bi têlefonê axivî

Quds

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu dema êrîşên dijî Îranê dewam dikirin bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra axivî.

Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriyê da hat ragihandin ku Netanyahu bi Trump ra bi têlefonê axivî.

Wêneyên dema ku Netanyahu bi Trump ra bi têlefonê diaxiviya hat parvekirin û hat dîtin ku li pêş Netanyahu pirtûkeke bi navê "Mitefîqên Di Şer Da" heye.

- Êrîşên Amerîka-Îsraîlê yên dijî Îranê û bersivên Îranê

Dema mizakereyên pêvajoya mizakereyê ya di navbera Îran û Amerîkayê da berdewam dikir Îsrîal û Amerîkayê sibehê êrîşên hevpar birin ser Îranê.

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku Îsraîlê dijî Îranê "êrîşên bergir dan destpêkirin. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî eşkere kir ku dijî Îranê "operasyoneke mezin" dan destpêkirin.

Di çarçoveya êrîşan da paytext Tehran, bajarên Îsfexan, Kerec, Qum, Tebrîz, Buşehr, Kirmanşah û Îlamê hedef hatin girtin.

Îsraîl û Îranê sehaya asîmanî girtin û li tevahiya Îsraîlê rewşa derasayî hat îlankirin, sîrenan lê xist. Berî êrîşên bersivê yên Îranê bo gelê Îsraîlê hişyariyên ji bo ku biçin sitargehan hatin dayîn.

Artêşa Îranê ragihand ku wek bersiva êrîşên Amerîka û Îsraîlê bi dehan fuzeyên balîstîk û wesayîtên asîmanî yên bêmirov dijî Îsraîlê êrîş dan destpêkirin.

Îranê bi êrîşên fuzeyê di heman demê da baregehên Amerîkayê yên li welatên wekî Bahreyn, Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî, Kuweyt, Qeter û Urdinê hedef girtin û sîtola Amerîkayê ya li Bahreynê hat lêxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.