WASHINGTON
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya DYAyê Mark Toner der barê li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê avakirina "herêma biewle" de wiha got: "Der barê vê herêmê de ji xeynî ku DAEŞ derkeve derveyî herêmê, em li ser pênasekirin û binavkirina herêmê hesas tevdigerin."
Toner di civîna çapemeniyê ya rojane de li ser pirsa ku "Di navbera Tirkiye û DYAyê de li ser herêma biewle de lihevkirin heye" axivî.
Toner destnîşan kir ku Tirkiye û DYA tenê di têkoşîna dijî DAEŞê de li ser bikaranîna tesîsên Tirkiyeyê li hev kirine û li ser binavkirina herêma ku wê li Sûriyeyê were avakirin nesekinî.
Toner di xeberdana xwe de wiha got: "Der barê vê herêmê de ji xeynî ku DAEŞ derkeve derveyî herêmê, em li ser pênasekirin û binavkirina herêmê hesas tevdigerin. Ez nabêjim herêma biewle û herêma ku DAEŞ li nîne."
Toner diyar kir ku di navbera herdu dewletan de li ser "herêma biewle" tu lihevkirin tuneye û wiha xeberda: " Tirkiyeyê tesîsên xwe ji DYAyê re vekir û di têkoşîna dijî DAEŞê eîmkan da DYAyê. Herêma biewle û herêmeke din tuneye. Em tenê li ser derxistina DAEŞê ya ji herêmê disekinin."
Toner li ser pirsa "Hûn destûrê didin ku Tirkiye êrîş bike (Li Sûriyeyê êrîşî PYDyê bike)?" wiha got: "Di vê mijarê de fikra me û Tirkiyeyê li ser neêrîşkirinê ye."
- "Ne tenê YPG û kurd, ereb û tirkmen jî hene"
Toner li ser pirsa "Piştî bernameya perwerdeya leşkerî heger yekîneya li herêmê ji herêmê vekişe, di têkoşîna dijî DAEŞê de hûnê zêdetir piştgiriyê bidin YPGyê?" wiha axivî: "Tirkiye û DYAyê li ser Încirlikê li hev kirin. Ne tenê YPG û kurd, ereb û tirkmen jî li herêmê hene. Ew jî li dijî DAEŞê çalak in. Lê helbet em têkoşîna wan a li dijî DAEŞê teqdîr dikin."
- "Mafê Tirkiyeyê heye ku xwe biparêze"
Toner bal kişand ser têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî rêxistina PKKyê û wiha peyivî: "Ji bo DYAyê PKK jî di nav lîsteya terorîst a biyanî de ye. Mafê Tirkiyeyê heye ku xwe biparêze. Ev li derveyî mijara têkoşîna li dijî DAEŞê ye."