Önder Beyter
23 Gulan 2018•Rojanekirin: 23 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zerîf diyar kir ku daxuyaniyên Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo "dûrî aqilan e" û "gotinên ehmeqane ne ku pêwîst nake mirov bersivê bide".
Zerîf ji Têlevîzyona Dewleta Îranê ra axivî û wiha got, "Gotinên Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Pompeo gotinên xeyalî û dûrî aqilan e û herwiha gotinên ehmeqane ne ku pêwîst nake mirov bersivê bide. Siyaseta Amerîkayê di bin zexta komên fesad da ye."
Zerîf diyar kir ku welatên terefên peymana nukleerê (Rûsya, Çîn, Îngiltere, Fransa û Almanya) bêyî beşdariya heyeta Amerîkayê dest bi hevdîtinan kirin û wiha îdia kir, "Amerîka di civînên berê da jî ji bo ku peyman neyê cîbicîkirin, timî bi hincetan va radibû û pirsgirêk derdixistin."
Zerîf got ku vekişîna Amerîkayê wê bandoreke erênî li ser civînên cîbicîkirina peymanê bike.
- "Amerîka zexta aborî û psîkolojîk li Îranê dike"
Ji hêla din va, Sererkanê Îranê Mihemed Baqirî bi minasebeta rizgariya Hurremşehrê xîtabî Meclisa Îranê kir û diyar kir ku ji bo ku ew hêza xwe ya parastinê qewîntir bikin, pêwîstiya wan bi destûra tu welatî tuneye.
Baqirî got ku Amerîka zexta aborî û psîkolojîk li Îranê dike.
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Pompeo roja duşemê lîsteya daxwazên Amerîkayê ji Îranê ku ji 12 xalan pêk tê ragihandibû û herwiha destnîşan kiribû ku wê li dijî Îranê "zexta fînansî a nedîtî" û "astengiyên herî bihêz ên dîrokê" bên sepandin.