Dinya

Rêveberiya Amerîkayê paşxistina hilbijartinên Konseya Qanûndanînê ya li Hong Kongê şermezar kir

Önder Beyter  | 02.08.2020 - Rojanekırın : 03.08.2020
Rêveberiya Amerîkayê paşxistina hilbijartinên Konseya Qanûndanînê ya li Hong Kongê şermezar kir

Washington DC

 Rêveberiya Amerîkayê paşxistina salekê ya hilbijartinên Konseya Qanûndanînê ya li Hong Kongê şermezar kir û bangî rêveberan kir ku biryara xwe di ber çav ra derbas bikin.

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo di daxuyaniya xwe ya nivîskî da paşxistina hilbijartinên Konseya Qanûndanînê ya li Hong Kongê nirxand.

Pompeo bal kişand ku sedemeke rastîn a ji bo paşxistineke evçend dirêj tuneye û wiha got, "Îhtimal ew e ku Hong Kongê careke din nikaribe ji bo tu tiştî an jî ji bo tu kesî deng bide."

Pompeo diyar kir ku dilê rêveberiya Pekînê tuneye ku sozên dan gelê Hong Kongê an jî civaka navneteweyî, bi cih bîne û wiha dewam kir, "Gelê Hong Kongê bi salan e daxwaz û şiyana xwe ya ji bo hilbijartinên azad û adil nîşan daye. Em bangî meqamên Hong Kongê dikin ku biryara xwe di ber çav ra derbas bikin."




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.