Dinya

Danasîna SANAya ajansa nûçeyan a fermî a Sûriyeyê hat kirin

Muhammed Karabacak, Ömer Koparan  | 20.08.2025 - Rojanekırın : 21.08.2025
Danasîna SANAya ajansa nûçeyan a fermî a Sûriyeyê hat kirin

Damascus

Li Şama paytexta Sûriyeyê li Fakulteya Hunerên Bedew, bi beşdariya kabîneya hikûmetê û hejmarek gelek balyoz, danasîna SANAya ajansa nûçeyan a fermî a Sûriyeyê hat kirin.

Li tenişt kabîneya hikûmeta Sûriyeyê Alîkarê Rêveberê Giştî û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Yusuf Ozhan û baluozên gelek welatan jî di danasînê da made bûn.

Di merasîma ku hat lidarxistin da rûyê nû yê vîdyoya nasandinê ya SANAyê hat nîşandan. Di vîdyoyê da bi dîmenên geşedanên 10 salên dawîn ê Sûriyeyê hatin vegotin.

Rêveberê Giştî yê SANAyê Ziyad Mehamîd û Wezîrê Enformasyonê Hemze Mistefa di merasimê da axaftinên vekirinê pêşkêş kirin.

- "Dîtina hevpîşeyên me yên Sûriyeyî yên ku kêfxweş, ji bo me cihê kêfxweşiyê ye"

Alîkarê Rêveberê Giştî yê AAyê Ozhan di merasimê da axivî û anî ziman ku ew kêfxweş in ku weke Ajansa Anadoluyê beşdarî vê çalakiya ku li Şama paytexta Sûriyeyê tê lidarxistin.

Ozhan diyar kir ku Sûriye di deh salên dawî da şerekî dijwar dît û ji ber wêranî û komkujiyên ku ji aliyê rejima Esed va hatin kirin, gelek caran di manşêtan da cih girt û got, "Lêbelê, dîtina hevpîşeyên me yên Sûriyeyê yên ku kêfxweş, ku bi hêvî li siberojê dinerin, ji bo me cihê kêfxweşiyê ye."

Ozhan, destnîşan kir ku hewldanên jinûve avakirinê li seranserê welêt bi awayekî berbiçav pêşva diçin û got, "Dema ku em li kolanan dimeşin, em van hewldanan bi çavên xwe dibînin. Wekî beşek ji vê yekê, me dît ku Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê jî pir çalak e."

- "Em ê derfetên hevkariyê bi ajansa xwişka Ajansa Anadoluyê ra bêtir pêş bixin"

Rêveberê Giştî yê SANAyê Ziyad Mehamîd diyar kir ku ajans bi temamkirina jinûva sazkirina xwe bi xeteke edîtorî ya nû û zimanekî medyayî yê hevdem gihîştiye pozîsyoneke bihêz.

Mehamîd anî ziman ku rûyê nû yê SANAyê bi nêzîkatiya xwe ya medyayî ya nûjen û dînamîk bi awayekî pratîkî jinûva jidayik bûye û got, "Me beşek medyaya dîjîtal a taybet ava kiriye. Ajansa me dê bi awayekî çalak li ser platformên medyaya civakî amade be. Wekî din, malpera me ya nû ku bi amûrên nûjen ji bo baştirkirina performansê hatiye sazkirin, kete xizmetê."

Mehamîd destnîşan kir ku ew ê derfetên hevkariyê bi Ajansa Anadoluyê ra pêş bixin û ew di demek nêzîk de plan dikin ku di vê çarçoveyê de serdana AAyê bikin û got, "Em ê derfetên hevkariyê bi ajansa xwişka Ajansa Anadoluyê ra bêtir pêş bixin. Projeyên li ser maseyê hene ku armanc dikin bi gelek ajansên navneteweyî û Erebî ra, bi taybetî Ajansa Anadoluyê ra protokolên hevkariyê îmze bikin."

- "AA yek ji wan modelan bû ku me di pêvajoya xwe ya nû da îlhama xwe jê girt"

Wezîrê Enformasyonê Hemze Mistefa diyar kir ku destpêkirina SANAyê xaleke werçerxê bû û ajans êdî wekî xizmeteke nûçeyan a profesyonel hatiye binavkirin, ne wekî blogeke hikûmetê.

Mistefa tekez kir ku ev têgihîştin ji hêla xebata ajansên saziyî û pîşeyî yên wekî Ajansa Anadoluyê va îlham girtiye û got, "AA yek ji wan modelan bû ku me di pêvajoya xwe ya nû da îlhama xwe jê girt."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın