Dinya

Dadgeheke li DYAyê biryara berdana Rumeysa Ozturk a ku ji ber piştevaniya Filistînê binçavkirî ye da

Mücahit Oktay  | 10.05.2025 - Rojanekırın : 12.05.2025
Dadgeheke li DYAyê biryara berdana Rumeysa Ozturk a ku ji ber piştevaniya Filistînê binçavkirî ye da

New York

 Dadgeheke li DYAyê ji bo Rumeysa Ozturk a xwendekara doktorayê li Zanîngeha Tuftsê ku ji ber piştevaniya Filistînê binçavkirî ye, biryara "berdana bi kefaletê" da.

Dadwerê Herêma Federal a Vermont a DYAyê William K. Sessions di dadbîniya ku nêzîka 3 saetan ajot da, guhdariya aliyan kir.

Dadwer Sessions biryar da ku Oztruka ku ev 6 hefte ye li eyaleta Louisianayê binçavkirî ye, bê berdan.

Sessions anî ziman ku ji bilî gotara wê ya li ser malpera înternetê ya zanîngehê, ji aliyê parêzerên hikûmeta DYAyê "ti belge nehatine pêşkêşkirin" ku Ozturka xwendekara doktorayê bê binçavkirin.

Dadwer Sessions got, "Dadgeh ferman dide Oztruk demildest ji binçaviyê bê berdan. Xanim Ozturk azad e ku vegere mala xwe ya li Massachusettsê."

Rumeysa Ozturk, xwendekareke Tirk e ku li Zanîngeha Tufts a Massachusettsê doktoraya xwe dixwend, êvara 25ê Adarê dema ku bi hevalên xwe re diçû îftarê, ji aliyê şeş ​​efserên rûpoş ên Daîreya Koçberî û Gumrikê (ICE) va hatibû binçavkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın