Dinya

Dadgeha Xezeyê bi rûniştên sibê li Stenbolê dest pê bikin dê biryara xwe ya dawîn bide

"Dadgeha Xezeyê" ya ku dixwaze qetlîama Îsraîlê ya li Xezeyê qeyd bike, rayagiştî ya navneteweyî bike liv û tevgerê û berpirsan teşxîs bike, piştî nirxandinan dê di 26ê Cotmehê da biryara xwe ya dawîn a di mijara Xezeyê da bide

Tuğba Altun  | 22.10.2025 - Rojanekırın : 23.10.2025
Dadgeha Xezeyê bi rûniştên sibê li Stenbolê dest pê bikin dê biryara xwe ya dawîn bide

Ankara

 "Dadgeha Xezeyê" ku teşebuseke kurewî û serbixwe ye ku ji bo lêkolîna sûcên şerî yên ku Îsraîlê li Xezeyê pêk anîn hat damezirandin, bi rûniştên ku dê sibê li Stenbolê dest pê bikin û 4 rojan dewam bikin, dê biryara xwe ya dawîn bide.

Bi serokatiya Raportorê Taybet ê berê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Filistînê Richard Falk û bi beşdariya akademîsyen, parêzvanên mafê mirovan û nûnerên medya û saziyên civakî va li Hola Konferansê ya Prof. Dr. Cemil Birsel a Zanîngeha Stenbolê dê di 23-26ê Cotmehê da "Dadgeha Xezeyê: Rûniştina Dawîn" bê lidarxistin û xizmeta sîmultaneyê dê ji bo beşdaran bê dayîn.

Di çarçoveya "Dadgeha Xezeyê: Rûniştina Dawîn" da bi panel, hevpeyvîn, nîşandana belgefîlmê û rûniştinên curbicur va jenosîda li Xezeyê pêk hat dê bê gotûbêjkirin. Her wiha dê cih bidin îfadeyên şahidên li Filistîn û Xezeyê jî.

Çalakî dê di 23yê Cotmehê da bi axaftina Falkê Raportorê Taybet ê berê yê NYyê yê Seba Filistînê dest pê bike û dê bi danasîna "Juriya Wijdanê" bidome.

Endamên juriyê ev kes in: Nivîskar Kenize Mourad, akademîsyen û aktîvîst Chandra Muzaffar, ji Dibistana Zanistên Aborî û Siyasî ya Londonê (LSE) Profesor Christine Chinkin, Dr. Ghada Karmi, aktîvîst Sami Al Arian, şair Tamim Al Barghouti û akademîsyen Biljana Vankovska.

Nivîskar Michelle Burgis Kasthala û Dr. Wesam Ahmed jî wekî raportor di dadgehê da cih digirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın