Dinya, Koronavîrus

Daîreya Xurek û Derman a Amerîkayê, aşiya Kovîd-19ê ya fîrmaya Johnson&Johnsonê pesend kir

Önder Beyter  | 28.02.2021 - Rojanekırın : 28.02.2021
Daîreya Xurek û Derman a Amerîkayê, aşiya Kovîd-19ê ya fîrmaya Johnson&Johnsonê pesend kir

Washington DC

Daîreya Xurek û Derman a Amerîkayê (FDA), emilandina rewşa bilez a aşiya ku fîrmaya Johnson&Johnsonê li dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hilberand, pesend kir.

Di daxuyaniya FDAyê da hat ragihandin, emilandina rewşa bilez a aşiya ku fîrmaya Johnson&Johnsonê li dijî Kovîd-19ê wekî yek doz hilberand, hat pesendkirin.

Bi vî awayî piştî Pfizer/BioNTech û Modernayê, Jonhson&Johnson bû fîrmaya sêyemîn ku li Amerîkayê ji bo aşiyê îzna emilandina rewşa bilez wergirt.

Hatibû ragihandin, aşiya Kovîd-19ê ya Johnson&Johnsonê ya yek dozî ku li ser 44 hezar kesî hat ceribandin, ji sedî 66 xwedî bandor e û li dijî nexweşî û mirinê mirovan qewîn diparêze.

Li gorî daneyên Navenda Kontrol û Rêgirtina Nexweşiyê (CDC), li Amerîkayê hejmara kesên aşîkirî ji 70 milyonî derbas bû.

Her wiha li gorî heman daneyan, li welêt zêdeyî 47 milyon kesî doza ewil, zêdeyî 22 milyon kesî jî doza duyemîn a aşiya Kovîd-19ê li xwe xistin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.