Çînê îsal 600 milyon doz aşî amade bike
Ankara
Hat ragihandin ku li Çînê di nav îsal da wê 600 milyon doz aşiyê derxin piyaseyê.
Li gor xebera rojnameya South China Morning Postê Vang Cunciyê ji pisporên Akademiya Endezyariyê ya Çînê der barê xebatên aşiyê yên li Wuhanê da agahî da.
Vang got, "Ji bo pêşxistina aşiya Kovîd-19ê di nav 2-3 hefteyan da daxuyaniyeke girîng ew ê were dayîn."
Vang bal kişand ser aşiya înaktîf a ku ew ê pê vîruseke zeyîf bidin merivan û bê bedenê hêzdar bikin û wiha got: "Wekî hatibû pîlankirin em ê îsal 600 milyon doz aşiyê derxin piyaseyê.
Li Çînê 2 cureyên aşiya înaktîf bi destê Koma Bîoteknolojiya Neteweyî ya Çînê hatibûn amadekirin.
Aşiya înaktîf a bi destê Sinovac Biotechê hatibû amadekirin jî li Amerîkaya Başûr, Rojhilata Navîn û hin welatên Asyayê di asta 3yan a ceribandinê da ye.