13 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2016
PEKÎN
Çînê li balafirgeh û îstasyonên trenê yên hin herêman, ji ber rîska radyasyonê emilandina cihazên x-rayê qedexe kir.
Wezareta Hawirdoriyê ya Çînê telîmat da ku dawî li emilandina cihazên x-rayê yên ku bi armanca ewlekariyê ser merivan digerin, li eyaleta Siçûanê ya li başûrê welêt û li balafirgeh û îstasyonên trênê yên li deverên din, bê anîn.
Wezaretê ji ber ku li Çingdûya paytexta eyaleta Siçûanê hin welatî ji ber rîska radyasyonê gilîdar bûn, emrê nivîskî ji Dezgeha Hawirdoriyê ya Eyaleta Siçûanê (DEPSP) ra şand û tê da destnîşan kir ku çêkirin, firotin û emilandina cihazên x-rayê, bona parastina tenduristiya gel, hat qedexekirin.