Türkan Tosun
26 Tebax 2017•Rojanekirin: 27 Tebax 2017
XARTÛM (
Hat ragihandin ku Çînê deynê Sûdanê 24 milyon dolar kêm kir û 75 milyon dolarî jî bexşande Sûdanê.
Zhang Mîngê Alîkarê Serokê Karên Derva yê Çînê li Xartûma paytextê Sûdanê bi Wezîrê Karên Derva yê Sûdanê Îbrahîm Xendûr re hat bal hev û civîneke çapemeniyê li dar xist.
Zhang di civînê de got wan behsa pêwendiyên aboriyê, siyasî û çandî ya herdu welatan kiriye û bal kişandine ku divê ev pêwendî bên zêdekirin.
- Deynê Xartûmê 24 milyon dolar hat kêmkirin
Zhang bal kişande axên Sûdanê û got ev welat ji hêla neft, xaza siruştî û çandiniyê va xwe pir dewlemend e û ewê teknolojiya modern bînin ku bila herdu welêt bikaribin sûdê ji vê axê werbigrin.
Zhang got ji bo ku hevkariya Çîn û Sûdanê pêş bikeve Çînê deynê Sûdanê 24 milyon dolar kêm kir û bi qasî 75 milyon dolarî jî pere bexşande Sûdanê.
Di dawiya sala 2016an de deynê Sûdanê ya ji Çînê re gihîştibû 2 milyaran.
Ji sala 1999an vir va Çîn li Sûdanê ji bo derxistina neft û xaza siruştî hevkariyê dike.