Dinya

Çîn û Rûsyaya ku ji ber binpêkirina mafan tên rexnekirin ji bo Konseya Mafên Mirovan a NYê hatin hilbijartin

Erebistana Siûdî jî ku ji ber namzediya konseyê rastî bertekan dihat, bi ser neket

İbrahim Atmaca  | 14.10.2020 - Rojanekırın : 14.10.2020
Çîn û Rûsyaya ku ji ber binpêkirina mafan tên rexnekirin ji bo Konseya Mafên Mirovan a NYê hatin hilbijartin

New York

 Ji bo Konseya Mafên Mirovan ku şaxeke Neteweyên Yekbûyî (NY) ye, 47 endamên wê heye û navenda wê li Cenevreyê ye, 15 welatên nû hatin hilbijartin û di nava van welatan da Çîn û Rûsyaya ku bi binpêkirina mafan va tên rexnekirin jî cih girtin.

Di dengdayîna Lijneya Giştî ya NYê da seba Konseya Mafên Mirovan welatên nû hatin neqandin. Ev welat ji bo 3 salan hatin hilbijartin.

Çîn û Rûsya bi hinceta ku di warê mafên mirovan da lawaz in, dihatin rexnekirin, lê ji bo Konseya Mafên Mirovan hatin hilbijartin. Erebistana Siûdî jî ji ber ku bûbû namzedê endamtiyê, ji aliyê rêxistinên civaka sivîl va dihat rexnekirin, lê bi ser neket.

Di nav welatên ku ji bo konseyê hatin hilbijartin da Fransa, Îngiltere, Pakistan, Ozbekistan, Nepal, Senegal, Fîldîşî Sahîlî, Malawî, Gabon, Ukrayna, Meksîka, Bolîvya û Kuba heye.

Welatên ku hatin hilbijartin wê ji 1ê rêbendana 2021ê pê va 3 salan di konseyê da wezîfe bikin.

- HRW: ''Çîn, Rûsya û Kubayê neqandin heq nekirine ''

Dîrektorê NYê yê Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan (HRW) Louis Charbonneau li ser welatên ku hatin neqandin daxuyanî da û diyar kir ku Çîn, Rûsya û Kubayê neqandin heq nekirine û kêfxweş bû ku Erebsitana Siûdî jî nehatiye neqandin.

- Konseya Mafên Mirovan a NYê

Konseya Mafên Mirovan a NYê di sala 2006an da ava bû. Welatên ku endamê NYê ne, Lijneya Giştî ya NYê wan ji bo 3 salan wek endamê Konseya Mafên Mirovan dineqîne.

Konsey ji bo ku li ser mijarên "Mafên mirovan" hevdîtinê bike, salê 3 caran di meha adar, hezîran û îlonê da dicive, di rûniştinên Konseyê da pêşnûmayên biryaran jî tên guftûgokirin û qebûlkirin.

Lê biryarên Konseya Mafên Mirovan a NYê weke "pêşniyaz" in û ji aliyê qanûnî va hikmên biryaran tuneye.
47 endamên Konseyê hene.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.