Dinya

CNN: Îsraîl û Amerîka dixwazin Kurdên Îranî yên mixalif li dijî rêveberiya Tehranê bi kar bînin

Ayşe İrem Çakır  | 04.03.2026 - Rojanekırın : 04.03.2026
CNN: Îsraîl û Amerîka dixwazin Kurdên Îranî yên mixalif li dijî rêveberiya Tehranê bi kar bînin

Ankara

Hat îdiakirin, Teşkîlata Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) hewl dide li Îranê Kurdên mixalif çekdar bike da ku serî hildin.

Çavkaniyên ji têlevîzyona CNN a Amerîkan ra axivîn, biwarê planên CIAyê yên li Îranê îdia anîn ziman.

Çavkaniyan îdia kirin, rêveberiya Amerîkayê bi komên mixalif ên Îranî û nûnerên mixalefeta Kurdên Îranî yên xwe spartine Herêma Kurdistana Iraqê ra di mijara dabînkirina piştgiriya eskerî da hevdîtinên aktîf dimeşînin.

Çavkaniyekî Kurd ê Îranî diyar kir ku hin komên çekdar ên mixalif ên Îranî plan dikin ku li rojavayê welêt hin çalakiyan pêk bînin lêbelê li benda piştgiriya Amerîka û Îsraîlê ne.

Hat îdiakirin, ew îhtimal jî hatiye axaftin ku gelo Kurdên herêmê li Îranê dikarin qadeke diyar têxin bin kontrola xwe û ji bo Îsraîlê "herêma tampon" ava bikin yan na.

Alex Plitsasê rayedarê berê yê Pentagonê û pisporê ewlekariya neteweyî yê CNNê jî îdia kir ku Amerîka dixwaze Kurdan çekdar bike ku pêvajoya serhildana Îraniyan zûtir bibe.

Plitsas wiha got, "Gelê Îranê bi giştî bê çek e û heta ku hêzên ewlekariyê têk neçin, yek wan çekdar neke, bidestxistina desthilatê dê zehmet be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın