CNN: Kellog û Wîtkoffê Nûnerên Trump dê ji bo hevdîtinên Rûsya-Ukraynayê li Stenbolê bin

Ankara
Li gor nûçeya CNNê ya ku sipart rayedarekî Amerîkayî yê payebilind Serokê Amerîkayê Donald Trump beşdarî hevdîtinên Rûsya-Ukraynayê yên li Stenbolê bibe jî nebe jî Keîth Kelloggê Nûnerê Taybet ê Serok yê Rûsya û Ukraynayê û Steve Wîtkoffê Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn plan dikin ku li Stenbolê bin.
Rayedarekî ku ji CNNê ra axivî der barê hevdîtinên Rûsya-Ukraynayê yên ku dê 15ê gulanê roja pêncşemê li Stenbolê bên kirin da axivî.
Rayedar diyar kir ku îhtimala beşdariya Trump li ser Vladimîr Putînê Serokdewletê Rûsyayê pêkûtiyeke mezin derdixîne holê û got ku "Biryara beşdariya hevdîtinan a Trump piranî girêdayî beşdariya Putînê Serokdewletê Rûsyayê ye."
Rayedar got ku "Niha her tişt gelekî dînamîk e" û da zanîn fikrên tu kesî tunin ka dê mizakereya roja pêncşemê çawa bi encam bibe.
Rayedar got ku "Trump beşdarî hevdîtinên Rûsya-Ukraynayê yên li Stenbolê bibe jî nebe jî Keîth Kelloggê Nûnerê Taybet ê Serok yê Rûsya û Ukraynayê û Steve Wîtkoffê Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn plan dikin ku li Stenbolê bin. "
Lêbelê li gor rayedar ekîba Trump plan dike ku çavdêriya hevdîtinên ku dê di navbera Rûsya û Ukraynayê da bên kirin, bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.