CAROLINAYA BAKUR
Cinazeyên 3 ciwanên misilman ên ku pêr li eyaleta Carolînaya Bakur a DYAyê hatibûn kuştin, bi beşdariya nêzî 6 hezar kesan va hatin definkirin.
Li bajaroka Chapel Hîllê, li mala xwe ya ku nêzî Zanîngeha Carolînaya Bakurê ye Deah Barakatê (23) ku xwendekarê hekîmtiya diranan e, xanima wî Yûsor Mihemed Ebû Salha (21) û baldûza wî Razan Mihemed Chapel (19) bi destê Craig Stephen Hicksê ku xwe "ateîst" bi nav dike, hatibûn kuştin.
Cinazeyên 3 ciwanên misilman anîn Komeleya Raleîgh Îslamê.
Piştî nimêja cinezayan digel tekbîran cinazeyên 3 ciwanên misilman birin Goristana Komeleya Raleîgh Îslamê. Cinazeyên 3 ciwanên misilman ên ku pêr li eyaleta Carolînaya Bakur a DYAyê hatibûn kuştin, bi beşdariya nêzî 6 hezar kesan va hatin definkirin.