MEKSÎKO
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der heqê li DYAyê kuştina 3 ciwanên misilman da wiha got: "Ez bangî Birêz Obama dikim, 'Tu li ku yî Serok'. Ez bangî Wezîrê Karên Derve Bîden dikim, 'Hûn li ku ne'. Em wek siyasetmedar ji kuştinên ku li welatê me diqewimin, berpirsiyar in. Divê em helwesta xwe nîşan bidin. Lewra gel dema ray dide, dibêje, 'Ewlehiya can û malê min bike.' Heger hûn li hember bûyerên wiha bêdeng bimînin, dinya jî wê li hember we bêdeng bimîne. Ji bîr nekin, dinya ji 5an mezintir e."
Erdogan got ku "Gelekî balkêş e ku heta niha Serok Obama, Birêz Kerry û Bîden daxuyanî nedane."