15 Gulan 2017•Rojanekirin: 15 Gulan 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Hat ragihandin piştî ku Koreya Bakur fuzeyeke balîstîk a nû ceriband, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) wê sibê bicive.
Fermandariya Hêzên Pasîfîkê yên DYAyê (PACOM) ragihandibû ku Koreya Bakur fuzeyek ceriband û ev fuze li Behra Japon ket xwarê.
Hat diyarkirin ku piştî vê ceribînê DYA û Japonyayê bangî serokatiya KENYyê kirin ku civîna bilez li dar bixe.
Eşkere bû Urugaya ku serokê meha gulanê yê KENYyê ye, bona sibê civîn kir nava bernameyê.
KENY ji ber bernameya wê ya nukleerî ji 2006an vir va çendîn mueyîdeyên leşkerî û aborî li ser Koreya Bakur disepîne.