CENTCOM: Li Sûriyeyê di têkoşana dijî terorê da ji meha tîrmehê va nêzîkî 80 operasyon hatin lidarxistin
Ankara
Hat ragihandin ku Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM)ê û hevpeymanên wê li Sûriyeyê di têkoşana dijî terorê da ji meha tîrmehê va nêzîkî 80 operasyon li dar xistine.
Di daxuyaniya CENTCOMê da ya li ser Xa platforma medyaya civakî ya şîrketa DYAyê derbarê operasyonê dijî terorê yên li Sûriyeyê da agahî hatin dayîn.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku DYA û hevpeymanên wê ji meha tîrmehê va li Sûriyeyê di çarçoveya dije teroriyê da, tevî bermahiyên DEAŞê, nêzîkî 80 operasyon pêk anîne û di encamê da 119 terorîst hatine girtin, 14 jî hatine kuştin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku personelên eskerî yên DYAyê û Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê meha borî li başûrê Sûriyeyê zêdetirî 15 cebilxaneyên DEAŞê tesbît kirin û ji holê rakirin.
Herwiha hat ragihandin ku di vê çarçoveyê da zêdetirî 130 hawin û mûşek, gelek tiving, çekên makîneyî, mayînên dijetank û materyalên ku di çêkirina teqemeniyan da têne bikar anîn hatine îmhakirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di operasyonên CENTCOMê yên meha îlonê da li Sûriyeyê endamekî payebilind ê DEAŞê bi navê "Omer Ebdul Qadir" ku tê gotin êrîşek li dijî DYAyê plan dikir, hatiye kuştin.
Di daxuyaniyê da herwiha agahî hat parvekirin ku di êrîşa meha tîrmehê da serkirdeyekî payebilind Ziya Zewbî' Muslih el-Herdanî û du kurên wî yên mezin bi DEAŞê ra têkildar, hatine kuştin.
Di daxuyaniyê da tekezî hat kirin ku DEAŞa rêxistina terorê îsal herî kêm 11 komplo an êrîş li dijî DYAyê plan kiriye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
