Dinya

CENTCOM: Ji 100î zêdetir keştiyên hêzên deryayî yên Îranê hatin jinavbirin

Şilan Turp  | 16.03.2026 - Rojanekırın : 17.03.2026
CENTCOM: Ji 100î zêdetir keştiyên hêzên deryayî yên Îranê hatin jinavbirin

Ankara

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) eşkere kir ku di êrîşên dijî Îranê da ji 100î zêdetir keştiyên hêzên deryayî yên Îranê hatin jinavbirin.

Amîral Brad Cooperê Fermandarê CENTCOMê di parvekirina xwe ya bi dîmen a li ser platforma medyaya civakî ya şîrketa Xê ya navend Amerîka da der heqê rewşa dawîn a êrîşên dijî Îranê da daxuyanî da.

Cooper diyar kir ku di roja 16em a êrîşan da hêzên Amerîkayê li dijî Îranê "operasyonên asîmanî yên bênavber" didomîne.

Cooper diyar kir ku pêkanîna ewlehiya rêyên bazirgahiyê yên li herêma Tengava Hurmuzê, ji hedefên wan ên pêşdatir in û her wiha di encama êrîşên hatin kirin da jî ji 100î zêdetir keştiyên hêzên deryayî yên Îranê hatin jinavbirin.

Cooper destnîşan kir ku di êrîşa hesas a asîmanî da ya ku di 13ê Adarê da li dijî Girava Harkê ya Îranê hat kirin, stargehên depokirina fuze û mayinên deryayî û binesaziya eskerî jî di nav da ji 90î zêdetir hedefên eskerî yên Îranê hatin jinavbirin.

Cooper her wiha bal kişand ku pîlotên Hêzên Asîmanî, Hêzên Deryayî û Piyadeyên Deryayî yên Amerîkayê bi tevahî zêdetirî 6 hezarî firîn pêk anîn û ew, serweriya xwe ya hewayî ya li qada asîmanî ya Îranê û hûrbûna li ser hedefên eskerî didomînin.

- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê

Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.

Îranê jî ji bilî Îsraîlê, êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Behreyn di serî da yên li welatên herêmê ne kir.

Di êrîşên Amerîka û Îranê da ji bilî Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameney û gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.

Li gorî rayedarên Îranî, di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da hejmara kuştiyan ji 1348an, ya birîndaran jî ji 17 hezarî derbas bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın