Dinya

CENTCOM: Her 4 miretebatên di balafira sotemeniyê ya KC-135 a Amerîkî da ku li Iraqê ket xwarê, mirin

Dildar Baykan Atalay  | 13.03.2026 - Rojanekırın : 14.03.2026
CENTCOM: Her 4 miretebatên di balafira sotemeniyê ya KC-135 a Amerîkî da ku li Iraqê ket xwarê, mirin

Ankara

Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) ragihand her 4 miretebatên di balafira sotemenîhilgir a KC-135 a Amerîkî da ku li Iraqê ket xwarê, jiyana xwe ji dest dan.

CENTCOMê derbarê miretebatên balafira sotemenîhilgir a KC-135 a Amerîkî da ku şeva din li rojavayê Iraqê ket xwarê, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in û wiha hat gotin, "Hatiye piştrastkirin ku 4 ji 6 miretebatên balafirê mirine."

Di daxuyaniyê da hatibû destnîşankirin ku lêpirsînek li ser bûyerê tê kirin û hat gotin, "qeza ne ji ber êrîşa dijmin yan jî êrîşeke bêhemd ya dostan çêbûye".

Di daxuyaniyê da hat gotin ku nasnameya eskerên di balafirê da piştî ku malbatên wan werin agahdarkirin, dê heta 24 demjimêran veşartî bimîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın