CENTCOMê teyît kir ku F-35ekî ku li asîmanê Îranê difiriya bi awayekî acîl li baregeha Amerîkayê ya li herêmê danî
Ankara
Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) piştrast kir ku balafira F-35ê ya ku li Îranê peywir dikir bi awayekî acîl li baregeheke Amerîkayê danî.
Tîm Hawkînsê Berdevkê CENTCOMê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û bersiva îdiayên "Balafira şer a F-35 a Amerîkayê dema firîna xwe ya li asîmanê Îranê ya di çarçoveya peywira şer da xisar dît û bi awayekî acîl li baregeheke Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn danî."
Hawkîns teyît kir ku F-35a ku li asîmanê Îranê difiriya li baregeheke Amerîkayê ya li herêmê danî û got ku "Balafirê bi awayekî ewle danî û pîlot stabîl e. Em der barê bûyerê da lêpirsînê dikin."
Di nûçeya ku televîzyona CNNê sipart du çavkaniyan balafir di encama guleyên tê nirxandin ji Îranê hatin berdan xisar dît û li baregeheke Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn bi awayekî acîl danî.
- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê
Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.
Îranê jî ji bilî Îsraîlê, êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Behreyn di serî da yên li welatên herêmê ne kir.
Di êrîşên Amerîka û Îranê da ji bilî Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameney û gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.
Li gor rayedarên Îranî di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da jimara kuştiyan 1348an, jimara birîndaran jî ji 17 hezarî derbas kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
