Abdullah Tel
14 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2017
PRAG
Wezîrê Karên Navxweyî yê Çekyayê Mîlan Chovanec ji ber bicihneanîna rêzikên peymana parvekirina penaberan a li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) Îtalya û Yewnanistan sûcdar kir.
Chovanec destnîşan kir ku ji ber wê yekê welatê wan dikare niha bi tenê 50 penaberî qebûl bike.
Komîsyona YEyê ji ber ku Çekya, Macaristan û Polonya penaberan hilnadin pêvajoya qanûnî dabû destpêkirin û Chovanec jî ber vê yekê di Radyoya Dewleta Çekyayê da axivî. Chovanec ragihand ku wan bersiva nivîskî ji Brukselê ra şand û sedema ku welatê wan çima penaberan qebûl nake jî di wê daxuyaniyê da eşkere kirin û wiha pê da çû: "Tu kes pêwîstiyên peymanê bi cih nayîne û ji ber vê yekê jî pêşniyazên Çekyayê di mijara penaberan da bike wê bêwate bin."
Chovarec axaftina xwe wiha domand: "Hemû pirsgirêk ji rûyê Îtalya û Yewnanistanê da ye. Ji penaberên tên welatên wan bi tenê dipirsin 'hûn terorîstin yan na?' kesên bersiva vê pirsê dabe û bi rihetî derbas bûbe em nikarin bi rihetî hildin Komara Çekyayê. Em niha dikarin bi tenê 50 penaberî qebûl bikin lê ji bo helkirina pirsgirêkan penaberan çi ji destê me bê em amade ne bikin."