Çayxaneya Mam Xelîl a li Hewlêrê 70 sale li ser xwe ye
Ji ber eleqeya zêde ya li ser çayxaneya dîrokî ku mêvanên xwemalî û biyanî jê xalî nabin û hin caran dîtina kursiyekî vala jî zehmet dibe.

Arbil
Çayxaneya Mam Xelîl a 70 salî ya ku li Sûka Qeyseriyê ya li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi dîroka xwe va gelek mêvanên xwemalî û biyanî ber bi xwe va dikişîne.
Sûka Qeyseriyê ya li hemberî Kelha Hewlêrê ye di nav xwe da ji dikanên biharatê bigre heta yên cil û berg, zêr, zîv, amûrên diyarî û gelek tiştên din ên firotinê di nav xwe da dihewîne.
Dema merivek têkeve Sûka Qeyseriyê ya kuçeyên wê piçek tevlihev in dibe ku hinekî şaş bike lê Çayxaneya Mam Xelîl a li wê sûkê meriv ji kîjan dikandarî bipirse dikare cihê wê nîşanî meriv bide.
- Her tim çay tê belavkirin
Çayxaneya Mam Xelîl di kuçeyeke biçûk da ye û kal û ciwanên li berê ser kursiyan rûniştine çaya xwe vedixwin û dîmenên bi dîwarên çayxaneyê va dalqandî jî bala mirov dikişîne.
Dema meriv dikeve hundirê çayxaneyê bi qasî 30-40 kes dikarin tê da bi cî bibin û her tim li mêvanan çay tê belavkirin.
Xwediyê çayxaneyê Mam Xelîlê bi salan e vî karî dike wêneyên bi kesan ra kişandiye ji arîg bigre heta dîwaran bi her aliyî va kiriye.
- Wêneyên ji bo Iraqê wek arşîv in li çayxaneyê hene
Esnafên sûkê û kesên tên sûkê piştî xwarinê ji bo vexwarina çayê berê xwe didin Çayxaneya Mam Celal û gelek turîstên biyanî jî dema tên bajêr tên serdana vê çayxaneyê.
Di Çayxaneya Mam Xelîl da dîtina cihekî vala gelekî bi zehmet e û ji ber vê jî hema cihê ku we ji xwe ra dît divê hûn rûnên lewra wisa nebe meriv li piya dimîne.
Heke hûn nebêjin çaya we nîvî tijî şekir tê ber we û di wê navberê da meriv çavê xwe li wan wêneyên ku ji bo Iraq û HKIyê wek arşîv in digerîne.
- "Min xwest ku bila nîşane û çanda Hewlêrê winda nebe"
Mam Xelîl di sala 1952an da ev çayxane ava kiriye û piştî ku di sala 2015an da wefat kir niha kurê wî Mihemed Xelîl Salih karê bavê xwe didomîne.
Salih ji nûçegihanê AAyê ra qala avakirina çayxaneyê kir û got ku bavê wî 13 salî di Sûka Qeyseriyê da dest bi kar kiriye.
Di berdewamiya axaftina xwe da Salih got ku di sala 2015an da ew ji bo xatirê mîrata bavê xwe ji dervayê welêt vegeriya û hat xwe da ser karê bavê xwe û wiha domand: "Min nexwest ku ev çayxane belav bibe lewra bavê min bi salan ji vî bajarî ra xizmet kir û çay belav kir. Min xwest ku bila nîşane û çanda Hewlêrê winda nebe."
Salih got ku di nav kesên hatine çayxaneyê da ji xwendekaran bigir heta siyasetmedaran gelek kes hene û bi bavê wî ra wêne kişandine û ew wêne niha bi çar aliyê çayxaneyê va daliqandî ne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.