Türkan Tosun
07 Nîsan 2019•Rojanekirin: 08 Nîsan 2019
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu bertek nîşanî daxuyaniya Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ya ji bo Şerîaya Rojava da.
Wezîr Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha daxuyand: "Şerîaya Rojava hiqûqa navneteweyî li dijî wê derkeve jî axa Filistînê ye ku di bin dagirkeriya Îsraîlê da ye. Daxuyaniyên Netanyahu yên beriya hilbijartinê ji bo rayhildanê dide wê tu carê vê rastiyê neguhere."
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu daxuyandibû heke ew di hilbijartina 9ê nîsanê da bi ser bikeve û bibe serokwezîr ewê cih û warên Cihûyan yên dijî qanûnê yên li Şerîaya Rojavayê tevî Îsraîlê bike.