Dinya

Çavkaniyên Pakistanî ji AAyê ra: "Ji bo danûstanên DYA-Îranê tê çaverêkirin di nava 24 saetan da gav bên avêtin"

Aynur Şeyma Asan  | 25.03.2026 - Rojanekırın : 25.03.2026
Çavkaniyên Pakistanî ji AAyê ra: "Ji bo danûstanên DYA-Îranê tê çaverêkirin di nava 24 saetan da gav bên avêtin"

Ankara

Çavkaniyên Pakistanî yên ku navên wan nehatin parvekirin, di daxuyaniya xwe ya ji bo Ajansa Anadoluyê (AA) da destnîşan kirin ku ji bo danûstanên di navbera DYA û Îranê da tê çaverêkirin di nava 24 saetan da gav bên avêtin.

Çavkaniyên Pakistanî derbarê danûstanên di navbera DYA û Îranê da daxuyanî dan.

Çavkaniyan destnîşan kir ku "Îrana ku di lêgerîna pêbaweriyê da ye" sînordarkirina qebareya mûşekan red kiriye û daxwaza tezmînatê kiriye û wiha gotin, "Ji bo danûstanan tê çaverêkirin di nava 24 saetan da gav bên avêtin."

Serokê DYAyê Donald Trump duh îdia kir ku ew bi awayekî çalak bi Îranê ra danûstanan dikin. Rayedarên Îranî îdiayên Trump red kirin. Medyaya DYAyê û Îsraîlê îdia kirin ku îhtimal heye ku rayedarên Îranî û DYAyî bi navbeynkariya Pakistanê danûstanan bikin.

- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê

Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da li dijî Îranê dest bi êrîşên eskerî kirin.

Îranê jî tevî Îsraîlê, êrîşî baregehên DYAyê yên di serî da yên li welatên herêmê yên weke Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî û Behreynê kir.

Di êrîşên DYA û Îranê da tevî Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî, gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın