Dinya

Çavkaniyên hikûmeta Sûriyeyê: Hevdîtina Serokomarê Sûriyeyê Şara û serkirde Şahîn da bêencam ma

Mohammed Hamood Ali Al Ragawi, Ali Semerci, Ömer Koparan, Muhammed Karabacak  | 20.01.2026 - Rojanekırın : 20.01.2026
Çavkaniyên hikûmeta Sûriyeyê: Hevdîtina Serokomarê Sûriyeyê Şara û serkirde Şahîn da bêencam ma

Istanbul

 Hat diyarkirin, hevdîtina Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şara û Mezlûm Ebdiyê kodnav Ferhat Ebdî Şahînê ji serkirdeyên rêxistina terorê YPG/HSDyê ya li Şamê bêencam ma.

Çavkaniyê hikûmeta Sûriyeyê yê pirsa peyamnêrê AAyê yê têkildarî hevdîtina duh a Şara û Şahîn a li Şamê bersivand, diyar kir ku biwarê sepandina rêkeftina 10ê Adarê yan jî Agirbest û Peymana Entegrasyona Tam lihevkirin çênebû.

Çavkaniyê hikûmetê got, "HSDyê di hevdîtinê da sernermiya pêwîst nîşan neda. Di serdema pêş da civînên nû dê bên kirin."

Li gorî nûçeya li ser hesabê Telegramê yê têlevîzyona Al Jazeeraya navenda Qeterê, di hevdîtinê da bi giranî statuya parêzgeha Hesekeyê hat gotûbêjkirin.

Di hevdîtina li Şamê 5 saet dewam kir da Şahîn pêkutî kir ku Heseke di kontrola rêxistinê da bimîne lê Şara diyar kir ku divê Hêzên Ewlekariya Navxweyî û saziyên dewletê têkevin nav bajêr.

Şara her wiha ji ber pêkutiya Şahîn, bersiva nexwe operasyon dê bidome, da.

Di nûçeyê da hat destnîşankirin, Şara daxwaza 5 roj maweyê ya ji bo îstişareyan red kir û xwest ku heya nîvê şeva Duşemê bersiva nîhaî bide.

Çavkaniyekî nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê ya ji El-Îxbariyeya têlevîzyona dewleta Sûriyeyê ra axivî jî ragihand ku hevdîtin bêencam man.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın