Çavdêriya Mafê Mirovan: Hikûmeta Yûnanistanê qanûna binpê dike û YE pê razî ye
Geneve
Dîrektorê Medyaya Ewropayê yê Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) Andrew Stroehlein derbarê bêdengmayina Yekîtiya Ewropayê (YE) li hember paşdevegerandina penaberan ji sînorê deryayî ve ji aliyê Yûnanistanê ve got, "Hikûmeta Yûnanistanê qanûna binpê dike û YE pê razî ye."
Stroehlein di parvekirina xwe ya li ser hesabê Twitterê balkişand ser rapora Ofîsa Dijî Gendeliyê (OLAF) ya derbarê wê yekê ku meqamên Yûnanistan bi awayekî derqanûnî penaberan ji sînorê deryayî ve ber bi Tirkiyeyê ve didafîne û YE jî vî tiştî vedişêre û herwiha destnîşan kir ku sucên ku di raporê de cih digitin îro hê jî tên domandin.
Stroehlein tekezî li wê yekê kir ku her kesê ku daxwaza penaberiyê bike pêdivê derfet ji wan re bê dayin û bê piştekeke qanûnî pêdivê kes neyê vegerandin.
